Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Girtina Keça Refsencanî li Îranê, Kurê Wî jî Hate Girtin


Ajansa nûçeyan ya ser bi dewleta Îranê radigihîne ku Mehdî Haşimî roja Duşemê ji layê karbidestan ve hate girtin, du rojan piştî girtina xuşka wî.

Mehdî kurê serokê berê yê Îranê Ekber Haşimî Refsencanî ye û roja Yekşemê ji Brîtanyayê vegerîya Îranê.

Karbidestên Îranî Haşimî bi gendelî xetabar dikin.

Roja Şembî Fayîze Refsencanî hate girtin piştî ku cezayê şeş-mehên zîndanî li dijî wê hate dan.

Karbidestên Îranê wê bi encamdana propagandayan li dijî sîstema desthilatdar tawanbar dikin.
XS
SM
MD
LG