Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Seyda: Parastina Gelê Sûrî Berpisyarîya Civaka Navneteweyî ye.


Dîyar e rewşa aloza Sûrî dê bibe babetek giring di civînên rêberên cîhanê de li Civata Giştîya Netewên Yekgirtî li New Yorkê roja Sêşem. Lê serokê Encumena Niştimanîya Sûrî Ebdulbasit Seyda gote Dengê Amerîka, gelê Sûrî ji Civaka Nêvneteweyî bê hîvî bûye. Wî her wisa got, parastina gelê Sûrî ji êrîşên hêzên Sûrî berpisyarîya civaka Nêvneteweyî ye.

Sebaret helwîstê hember doza Kurdan li sûrîyê, Dr. Seyda got, li Sûrîyê mafê Kurdan nayê qebûlkirin û li zulm li wan tê kirin û Encpmena Niştimanî bi rohnî daxwaz dike ew pirs bi şêweyek demokratîk û rewa bê çareserkirin. Wî dîsan got, encûmen dokumentek weşandîye tê de bi rohnî daxwaz dike nasnama gelê Kurd li Sûrîyê bi şêweyek destûrî bêt naskirin û mafê wan yê neteweyî bêt pesend kirin.
Jibo guhdarî kirina hevpeyvîna Dexîlê Şemo digel Dr. Ebdulbasit Seyda, faîlê deng kilik bike.
XS
SM
MD
LG