Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Gotara N.Y. de Serok Obama Îranê Hişyar Dike


Serok Barack Obama roja Sêşemê gotarekê pêşkeşî Civata Giştî ya Neteweyên Yekgirtî dike û behsa tundûtûjîya Rojhilata Navîn û bernama navokî ya Îranê dike.

Di wê gotarê de serok Obama tundûtûjîya piştî belavbûna vîdyoyekê, ku bêrêzî bi Pêxember Muhemedî dike, şermezar dike. Di wan tundûtûjîyan de, konsulxaneya Amerîkî li bajarê Binxazî rastî êrîşekê hat û balyozê Amerîkî li Lîbyayê hate kuştin.

Serok Obam herwiha Tehranê hişyar dike ku herçende hêşta derfet heye ku danûstandin li ser bernama navokî ya Îranê bêne kirin, lê belê dema danûstandinan sînordar e.

Serok herwiha dibêje ku hikûmeta Amerîka bi hemû şîyanên xwe wê bizavê bike ku Îran nebe xwedan çekên navokî.
XS
SM
MD
LG