Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Teqînekê de Heft Kes li Tirkîyê Hatin Kuştin


Bi sedema teqîna bombekê li rojhilata Tirkîyê heft kes hatin kuştin, li gor medyaya Tirkîyê.

Li gorî raportan, otomobîleke hêzên parastinê armanca wê teqînê bû û şeş endamên hêzên parastinê û kesekê sivîl hatin kuştin.

Ajansa nûçeyên Dogan radigihîne ku ew teqîn li bajarê Tuncelî qewimî.

Yekser piştî êrîşê, tu alîyekê berpirsîyarîya xwe beramberî wê teqînê ranegihand, lê belê serhildayên Partîya Karkerên Kurdistanê wê deverê çalak in.
XS
SM
MD
LG