Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Afganistanê 2 Leşkerên NATO’yê Di Erîşeke Xwekuj de Hatin Kuştin


Karbidestên NATO û Afganistanê dibêjin, 2 leşkerên wan di êrîşeke xwekuj ya ser NATO’yê li rojhilata Afganistanê de, îro Çarşemê hatin kuştin.

Berdevkê NATO’yê Jamie Garybeal dîyar kir ku di êrîşê de çekên sivik û herwiha, zilamek hatin bikar anîn.

Hêzên hevpeymanîyê ti zanînên zêdetir derbarê êrîşê nedan, lê berdevkê herêma Logar, Mihemed Derwêş got, êrîşbirê xwekuj peya bû dema ku wî êrîş bire ser leşkerên navneteweyî li Pulî Alama, paytaxta herêmê.

Nasnameya leşkerên kuştî nehatiye eşkere kirin.

Tê ragihandin, heta niha 285 endamên NATO’yê li Afganistan îsal hatine kuştin.
XS
SM
MD
LG