Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Encama Ketina Firokekê de 19 Kes li Li Nepalê Mirin


Karbidestên li Nepal'ê dibêjin, îro Înîyê firokek li paytaxt Kathmandu ketê xwarê û hemî 19 kesên nav firokê hatine kuştin.

Karbidestekî firoxaneyê got, firokvan agadarî daye wan ku teyreke mezin li firoka wî daye, çend sanîyê berî ku rûdan pêk were.

Karbidestên ewlekarîyê dibêjin, 7 ji qûrbanîyan hemwelatîyên Britanî, 5 Çînî û 4 kesên mayîn jî Nepalî ne. Di qazayê de hemî 3 xebatkarên firokê jî mirin.

Firok ji paytaxt Nepalê Kathmandu ber bi bajarê Lukla diçû ku cîhê herî nêzîk yê Çîyayê Everest e ku ew jî çîyayê herî bilind ya cîhanê ye.

Her sal, bi hezaran turîst diçine Nepal'ê û serdana Çîyayên Himalayan dikin.
XS
SM
MD
LG