Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Girtî ji Zindaneke Îraqê direvin


Desthilatdarîyên Îraqê roja Şemîyê qedexekirina hat û çûnê li ser bajarokê Sedam Hisên, Tekrît danîn da ku hêzên ewlekarîyê karibin jimareke kesên ji zindanê revîyayî ku di nav wan de mîlîtanên al-Qayîde hene, bigirin.

Wezîrê Hindur yê Îraqê hemdem got, revîna ji zindanê planeke ji hindur zindana Tesfîrat li Tekrîtê pêk hatiye ku di encama wê de 20 kes hatin kuştin, ji wan 16 girtî û 4 pasevan. Bajarê Tekrîtê 80 kîlomterî li bakurê Bexdaya paytext dikeve.

102 kes ji zindana xwedî 303 girtî revîyane, ku di nav wan de 47 girtîyên ser bi al-Qayîde hene yên li hêvîya bidarvekirinê bûn. Daxuyanîya Wezîrê Hindur got ku 23 kes ji wan girtiyan careke din hatine girtin.
XS
SM
MD
LG