Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tabloyeke Antîke li Amerîkayê Tê Dîtin


Tabloya Renoir
Tabloya Renoir
Karbidestên muzexaneyekê û polîs li bajarê Baltimore yê Amerîkî hewil didin ku rastîya derxînîn ka çawa tabloya hunermendê şêwekar Pierre Renoir di sindoqeke qir û qafan hate dîtin. Tablo berî 60 salî ji muzexaneyê hatibû dizîn.

Jina ku sindoqa qir û qafan li wîlayeta West Virginia kerî hewil dabû ku tabloya biçûk li mezadeke rojên Şemîyan bifiroşe. Lê belê mezad hatibû paşve xistin.

Piştî ku tablo du salan di embara wê de mabû, wê jinê biryar da ku tabloya hunermendî Fransî bi 75 hezar dolarên Amerîkî bifiroşe mezadê.

Rojnameya Washington Post dibêje ku Muzexaneya Baltimore ya hunerî di sala 1937ê de tabloya Renoir ji pêşangeha Saidie May wergirtibû. Lê di sala 1951ê de ew hatibû dizîn. Wê çaxê kampanyeke ewlekarîyê 2.500 dolarên Amerîkî dabû muzexaneyê.
XS
SM
MD
LG