Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pênc Kes li Kerkukê Hatin Kuştin


Li gor karbidestekê polîsê Îraqî, pênc kes roja Sêşemê li du bûyerên cûda li nêzîkî bajarê Kerkukê hatin kuştin.

General Serhed Qadir got ku sê karker li gundê Zabê hatin kuştin dema gilêş li ser şeqaman kom dikir û rastî teqîneke bi bombeyan hatin.

Her roja Sêşemê, polîsên Kerkukê du term vedîtin, ku yek ji wan yê karbidestekê xwecihî ye.

General Serhed Qadir dibêje ku herdu qurbanî bi çekan hatîne kuştin û lêkolîn berdewam e.
XS
SM
MD
LG