Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Hêvî Dike Encamên Hilbijartinê Peywendîyên bi Gurcistanê Normaltir Bikin


Piştgirên Hevpeymanîya Xewna Gurcistanê li pataxt Tiblîsê xwane dibin. Cotmeh 2, 2012
Piştgirên Hevpeymanîya Xewna Gurcistanê li pataxt Tiblîsê xwane dibin. Cotmeh 2, 2012
Wezîrê Derve yê Rûsyayê dibêje, ew hêvî dike ku hilbijartinên parlemanê yên roja Duşemê li Gurcistanê dê bibin alîkar ku peywendîyên navbera Rûsya û Gurcistanê normaltir bin.

Berdevkê Wezareta Derve Alexander Lukashevich di daxuyanîyekê de roja Çarşemê got, “Civaka Gurcî deng daye da ku guhertin pêk werin”.

Lukashevich herwiha hêvî kir ku Gurcistan ber bi têkîlîyên normal û avaker ligel cîranên xwe ve here.

Dengdana parlemana Gurcistanê ji alîyê Hevpeymanîya Xewna Gurcistanê ve hate bidest xistin ku milyardêr Bidzina Ivanishvili rêberîya wê dike.
XS
SM
MD
LG