Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq Hemwelatîyekî Amerîkî Bi Direjîya Jînê Ceza Dike


Dadgeheke Îraqî cezayê zindankirina qasî jîyanê da hemwelatîyekî Amerîkî ku bi alîkarîkirina El Qaydeyê tê tawanbar kirin.

Daxuyanîya Wezareta Navxweyî ya Îraqê ragihand ku Omer Reşad ê 53 salî bi eslê xwe Fîlîstînî ye û li sala 2005’an tev li El Qaydeyê bû.

Wezareta Navxweyî her wiha da zanîn ku Reşad endazyer û li sala 2001’ê hatiye Îraqê û ji wê demê heta niha li Îraqê dijîya.

Li gorî îfadeya Omer Reşad ku Wezareta Navxweyî weşand, Reşad pênasînê kirîye ku wî li Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî, dirav jî zilamekî Sûrî standîye ku kiryarên terorîst bike.

Omer Reşad ku herwiha bi navê Ebu Mihemed jî tê nasîn, roja Çarşemê ji alîyê dadgeha navendî ya Bexdayê hate ceza kirin.

Berdevkê Balyozxaneya Amerîkî ya li Bexdayê, Frank J. finver got, karbidestên balyozxaneyê ji raportên derheqa Omer Reşad agahdar in û pêdaçûnê li wan raportan dikin.

Bi aîyekî din ve, Wezareta Dad ya Îraqê ragihand ku 6 kesên ku bi tawanên terorîzmê hatibûn ceza kirin, îro Pêncşemê hatine sedarê kirin. Bi îdamkirina wan 6 kesan, hejmara giştî ya kesên ku hatine sedarê kirin ji destpêka vê salê vir ve geheşte 102 kesan.

Her îro Pêncşemê karbidestên ewlekarîyê dibêjin, 5 hemwelatî di encama peqîneke de li Bexdayê hatine kuştin û pirtir ji deh kesên din jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku peqîn li taxa Mensur ya paytaxt qewimî.
XS
SM
MD
LG