Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye: Biryara Parlemanê ne Ragihandina Şer e


Cîgirê serokwezîrê Tirkîyê dibêje, qanûna ji alîyê parlemana welêt ve hate qebûl kirin ku rê dide karanîna hêzê dijî Sûrîyê, ne ragihandina şer e, lê ew jibo pêşîgirtina cîrana wê Sûrîyê ye.

Beşîr Atalay piştî dengana li ser qanûnê roja Pêncşemê gote rojnamevanan, ev qanûn ne jibo şer e, ew jibo nehêlana kiryarên êrîşkar yên Sûrîyê ye.

Parlemana Tirkîyê bi 320 hember 129 dengan qanûnek qebûl kir ku tê de rê dide artêşa welêt ku operasyonan li ser tixubê Tirkîyê ligel Sûrîyê birêve bibe.

Ev qanûn rojekê piştî êrîşa kujêr ji alîyê Sûrîyê ve tê ku bibû egera kuştina 5 hemwelatîyên Tirk.

Ji alîyekî din ve, nûçegihana Dengê Amerîka li Neteweyên Yekbûyî li New York’ê radigihîne ku nûnerê herdem yê Tirkîyê li NY nameyek daye Civata Ewlekarîyê ku tê de hûrbînîyên bûyera roja Çarşemê tê şîrove kirin.

Tirkîye dibêje êrîşa hikûmeta Sûrî li nav axa wê, qanûnên navnetewî binpê dike.
XS
SM
MD
LG