Serokê Afganistanê Hamid Karzayî dibêje ku hilbijartinên seroktîyê yên sala 2014’ê li welêt, dê di dema xwe ya destnîşankirî bên kirin, tevî derketina leşkerên Amerîkî û yên NATO’yê ji Afganistanê.
Birêz Karzayî di konfereneke rojnamevanî de îro Pêncşemê li Kabûla paytaxt got, dengdan wê sedî sed di dema xwe ya dîyarkirî de pêk werin.
Serokê Afganî herwiha da xuya kirin ku zêdekirina dema wî di posta seroktîyê de wê biryareke neqanûnî be.
Qanûndanêrên Afganî dane berçavan ku dema hilbijartinan biguherin da ku bi heman waxtê vekêşana hêzên NATO’yê pêk neyên.
Wekî tê zanîn, biryar e hêzên NATO’yê heta dawîya sala 2014’ê ji Afganistanê derkevin.
Her di şiroveyên xwe de, Serokê Afganî Hamid Karzayî rexne li dezgehên medyaya bîyanî girt ku piştî vekêşana hêzên navnetewî senaryoyeke nexweş bo Afganistanê nîşan didin.