Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Dîsa Armancan li Sûrîyê Topbaran Dike


Ev çar roj in Tirkîye bi berdewamî Sûrîyê topbaran dike, li bersiva êrîşên bi bombeya mortarê ku ji axa Sûrîyê tên avêtin.

Roja Şembî bombeyeke din ya mortarê li başûrê Tirkîyê ket, li gor ajansa nûçeyan ya ser bi dewletê Anadolu.

Anadolu ragihnd ku artêşa Tirkîyê bersiva wê êrîşê da û çend armancek li Sûrîyê topbaran kirin, di demekê de ku şerekê tund li rexê din yê sînorî li parêzgeha Îdlib ya Sûrîyê berdewam e.

Di gotarekê de roja Înî, Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan Sûrîye hişyar kir û got bila hikûmeta Beşar El Esed Tirkîyê neceribîne û got ku hişyarîya welatê wî ne bitenê devkî ye.
XS
SM
MD
LG