Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîlê Balafireke Drone Xist


Hêza esmanî ya Îsraîlê balafireke bêy firokevan (drone) li başûra welatî xist.

Pyevdara artêşa Îsraîlê Avital Leibovich got ku ew balafir demekê zû roja Şembî derbasî esmanê Îsraîlê bû û hêza esmanî hate agahdarkirin.

Leibovich got ku balafir ji Xezê derbasî Îsraîlê bû, lê belê li deverên Felestînî ranebûye. Wê got Îsraîl nizane ka xala destpêka wê balafirê li çi welatekî ye.

Li şerê sala 2006’ê komela çekdarîya Libnanî Hizbullah balafireke drone derbasî esmanê Îsraîlê kir. Lê belê ew balafir, ku li Îranê hatibû çêkirin, ji layê Îsraîlê ve hate xistin.
XS
SM
MD
LG