Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Êrîşa Armancan li Sûrîyê Dike


Artêşa Tirkîye roja Yekşemê armanc li Sûrîyê topbaran kirin, piştî bombeyeke mortarê li Sûrîyê hate avêtin û li Tirkîyê ket.

Li gor peyamnêrê ajansa Associated Press, bombeya mortarê nêzîkî 200 metran dûr li sînorê navbera Tirkîye û Sûrîyê ket. Demekê kurt piştî wê bûyerê, Tirkîyê heşt top avêtin Sûrîyê.

Ev pênc roj in Tirkîye bi berdewamî Sûrîyê topbaran dike, li bersiva êrîşên bi bombeya mortarê ku ji axa Sûrîyê tên avêtin.

Hevdem, wezîrê derve yê Tirkîyê Ahmet Davutoglu rejîma Beşar El Esed hişyar kir û got ku Tirkîye wê bi tundî bersiva her êrîşeke rejîma Sûrîyê bide.
XS
SM
MD
LG