Serokwezîrê Tirkîye Recep Tayyip Erdogan dibêje ku divê Tirkîye jibo şerî bi rejîma Sûrî re amade be, li gor ajansa Anadolu ya nûçeyan.
Têkelîyên navbera Tirkîye û Sûrîyê di destpêka vê mehê de pir aloz bûn, piştî artêşa Sûrî axa Tirkîye topbarankir û pênc kes li bajarê Akçakale hatin kuştin.
Doktor Abdurrahîm Ozmen, profesor li zanîngeha Dîcleyê, dibêje ku eger şer li navbera Tirkîyê û Sûrîyê destpêbike, pêşî Kurd zirarê dibînin û ev şer berî her tiştî di nav Kurdan de û di cihê Kurdan de çê dibe.
Dr. Ozmen got gelê Tirkîyê şerekî bi Sûrîyê re naxwaze. Wî herwiha got “ez bawer nakim dewleta Tirkîyê jî şerekî mezin bi Sûrîyê re bike, lê belê dixwaze ku wisa xuya bike.”