NATO’yê ragihand ku hevpeymanî amade ye piştgîrîya Tirkîyê bike, di demekê de ku rewşa sînorê navbera Tirkîyê û Sûrîyê aloztir dibe.
Sekreterê Giştî yê NATO’yê Anders Fogh Rasmussen roja Sêşemê got ku Enqere dikare pişta xwe bi NATO’yê girê bide.
Rasmussen herwiha got ku NATO’yê hemû planên parastin û berevanîkirin ji Tirkîyê hene eger pêdivî be. Lê belê wî daxwaz li hemû alîyan kir ku xwe ji aloztirkirina wê rewşê dûr bikin.
Ev şeş roj in sînorê navbera Sûrîyê û Tirkîye êrîşên bi top û bombeyên mortarê bi xwe ve dibîne.