Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Alîko: Kurd li Dijî El Şara Nabin Eger Pirsgirêka Sûrî Çareser Bike


Tirkîye pêşnîyar dike ku cîgirê serokê Sûrîyê Faruq El Şara rêberatîya hikûmeteke întîqalî li Sûrîyê bike eger Beşar El Esed dest ji serokatîyê berde.

Li gor ajansa nûçeyan ya Fransî, wezîrê derve yê Tirkîyê Ahmet Davutoglu dibêje ku El Şara di komkujîya Sûrîyê de beşdar nebûye. Ev pêşnîyara Tirkîyê bi fermî ji layê piranîya komelên opozisyona Sûrî ve nehatîye red kirin.

Fuad Alîko, sekreterê berê yê Partîya Yekîtîya Kurd li Sûrîyê, dibêje ku Kurd dixwazin pirsgirêka Sûrî çareser bibe û eger destnîşankirina Faruq El Şara jibo rêberatîya hikûmeteke Întîqalî bibe sedema çareserkirina wê pirsgirêkê, Kurd li dijî wê pêşnîyarê nabin.

Lê belê birêz Alîko dibêje ku heta îro ne Faruq El Şara û ne karbidestên din yên Partîya Baas “xwe li mafê Kurdan nekirîye xwedî û şerî wî mafî kirîye.”

Birêz Alîko herwiha di wê bawerê de ye ku hêşta delîve heye ku pirsgirêka Sûrî bi rêyên sîyasî bihête çareserkirin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG