Serfermandarê artêşa Tirkîyê dibêje, eger êrîşên topî berdewam bikin, ew dê bi hêzeke xurtir bersîva Sûrîyê bidin.
General Necdet Ozel îro Çarşemê ev hişyarî dam dema serdana xwe ya gundekî Akçakaleyê ya ser sînorê da ku 5 kes hefteya borî li wê derê hatibûn kuştin.
Tirkîyê jî wekî bersîvdana wê kiryarê, şeş rojan ser hev de bi topan êrîşî Sûrîyê dabû
Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di kombûna rêxistina Hevkarîya Îslamî de ku li Stenbolê tê kirin, îro Çarşemê rexneyên tund li hikûmeta Sûrî kirin.
Birêz Erdogan got, “rejîma Sûrî hem dilê mirovahîyê dêşîne, hem jî tevahîya cîhana Îslamî."
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon waxtekî zûtir yê vê hefteyê xema xwe dîyar kirîbû ku girjî û alozîya ser tixubê Tirkîye û Sûrîyê zêde dibe.