Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mazlum-Der Êrîşên li Dîyarbekir û Şirnêxê Şermezar Dike


Li Salvegera Girtina Ocalan, Xwepêşandan li Tirkîye Tê Kirin
Li Salvegera Girtina Ocalan, Xwepêşandan li Tirkîye Tê Kirin
Roja Sêşemê li Dîyarbekir, Şirnêx û li hîn avahîyên Zanîngeha Dîcleyê bi molotof kokteylan êrîş pêk hatin. Hate ragihandin ku êrîş jibo ku balkişandina ser rewşa serokê PKK’ê Abdullah Ocalan hatîye kirin.

Li hember vê êrîşê, Komela Mafên Mirovan û Piştgirîya jibo Mazluman (Mazlum-Der) îro daxuyanek da çapamenîyê û destnîşan kir ku bi çi hincetî dibe bila bibe, êrîşên ku li ser dibistanan pêk tên, nayên qebûl kirin.

Serokê Mazlum-Der’ê Abdurrahim Ay destnîşan kir di çend salên dawî de li herêmê operasyonên leşkerî û sîyasî zêde bûne û erîşên bi vî rengî encama rewşa herêmê ya çend salên dawî ne.

Birêz Ay got “jibo çi dibe bila bibe, ev êrîş bi tu awayî nayê qebûl kirin û tu hizir yan bawerî nikare van tiştan meşru bide nîşandan.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG