Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Fransî Alavên Çêkirina Bombeyan Dibînin


Polîsên Fransî, wekî beşek ji vekolîna karekî berguman yê terorîstî, alavên çêkirina bombeyan ligel hin çekên din dîtine.

Dozgerê Parîsê Francois Molins roja Çarşemê ji rojnamevanan re got, polîsan çend madeyên çêkirina alavên teqandinê yên bikarhatî vedîtine.

Birêz Molins dibêje, ev made ligel du çekan, li garajekê ji derveyî Parîsê hatine dîtin, piştî destnîşankirinekê ji alîyê yek ji wan girtîyên radîkal yên Îslamî.

12 kes li Şemîya borî hatibûn girtin, li ser gumana girêdana wan di êrîşa ser firşkgeheke Cihû de li Îlona borî.
XS
SM
MD
LG