Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gotûbêja Hilbijartînê ya Berbijarên Cîgirê Serok Hate Lidarxistin


Cîgirê Serok Joe Biden û hevrikê wî yê Komarî Paul Ryan
Cîgirê Serok Joe Biden û hevrikê wî yê Komarî Paul Ryan
Kempeyna seroktîya Amerîka ya 2012’ê şeva Pêncşemê gihişte qonaxeke girîng, dema Cîgirê Serok Joe Biden û hevrikê wî yê Komarî, Paul Ryan di gotûbêja hilbijartînê de ber û ber bûn.

Ev gotûbêja hilbijartinê ku li zanîngeheke biçûk li wîlayeta Kentucky pêk hat, li ser televîzyonê li seranser Amerîkayê hateê weşandin.

Gotûbêja hilbijartinê ya cîgirên seroktîyê li vê demê tê ku berbijarê Komarî Mitt Romney di pirsnameyên hilbijartinê de li pêş e, piştî performansa wî ya bihêz hefteya borî li hember Serok Barack Obama yê Demokrat.

Joe Biden yê 69 salî wekî kesitîyeke xwedî tecrube li nav sîyaseta Amerîkayê tê nasîn. Lê, hevrikê wî yê Komarî Paul Ryan yê 42 salî wekî stêrekî geş li nav Komarîyên konservatîv tê dîtin.
XS
SM
MD
LG