Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Çekên Giran Dişîne Nêzîkî Sînorê Sûrîyê


Artêşa Tirkîye çekên giran li nêzîkî sînorê Sûrîyê cîgir dike, di demekê de ku alozîyên navbera herdu welatên cîran berdewam in.

250 tank li Riha, Mêrdîn û Entabê hatîne cîgirkirin, li gor rojnameya Zaman ya Tirkîyê.

Herwiha 55 jetên leşkerî di balafirgeha Dîyarbekirê de ne, ku 15 ji wan jetên F-16 ne.

Serokerkanê artêşa Tirkîyê Necdet Ozel roja Çarşemê got ku eger êrîşên Sûrîyê berdewam bikin, ew dê bi hêzeke tundtir bersîva rejîma Beşar El-Esed bidin.
XS
SM
MD
LG