Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Birîndarbûna Wî, Serokê Murîtanyayê Diçe Derveyî Welat


Muhemed Weld Abdulezîz.
Muhemed Weld Abdulezîz.
Karbidestên Murîtanî dibêjin ku Serok Muhemed Weld Abdulezîz roja Yekşmê çû derveyî welat jibo çareserkirina birînên wî, piştî di bûyerekê de roja Şembî birîndar bû.

Hikûmeta Murîtanî ragihand ku serokê welatî di bûyerekê de bi şaşî hat birîndarkirin, piştî hêzeke parastinê konvoya otomobîlên serokî nas nekir.

Lê belê li gorî hejmareka raportên xwecihî, serok rastî êrîşa komeleke çekdarî hat û birîndar bû.

Hate ragihandin ku serokê Murîtanyayê li Fransayê tê çareserkirin.
XS
SM
MD
LG