Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karzay bo Pakistanê: Êdî Dem Hat Em bi Hev re Dijî Terorê Kar Bikin


Serokê Afganistanê dibêje, ew dixwaze Afganistan û Pakistan planeke hevpar ya kar li dijî teror û tunrêbûnê destpê bikin.

Hamid Karzai name şandin jibo rêberên Pakistanê yên siyasî û yên olî derbarê êrîşa terorîstî li ser keça 14 salî ya Pakistanî Malala Yousafzai, ya ku hefteya borî ji alî Talîban rastî guleyan di serî û qirika xwe de hatibû.

Serokê Afganistanê di nameyan de got ku Pakistan û Afganistan yên cîran rastî dijminekî metirsîdar tên ku dixwaze herdu walanan vegerîne nav nezanî û tarîbûnê.

Yousufzai Sêşema borî rastî êrîşekê hate dema ku ji dibistanê derdiket. Ew li seranserî cîhanê hatibû nasîn jiber hewilên wê yên belavkirina perwerdeya keçan û belgekirina binpêkirinên Talîbanê li devera Newala Swat ya bakur rojavaya Pakistanê.

Yousufzai hîn ne li ser hişê xwe ye.
XS
SM
MD
LG