Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karadzic Dibêje Dadgeha N.Y. Pêwîst e Ew jibo Aştîyê Were Xelak kirin


Serokê Berê yê Bonsya Radovan Karadzic ji dadgeha tawanên şer ya Neteweyên Yekbûyî re got ku pêwîst e ew jibo belavkirina aştîyê were xelatkirin, li şûna ku were cezakirin jibe rola wî di jenosayda dema şerê navxweyî li Bosnya di salên 90’î de.

Di destpêka axaftina xwe ya berevanîyê de, rêberê berê yê Bosnya gote Dadgena Tawanan ya Navnetewî li Lahay ku wî tiştê ku jê hat kir da ku dûrî şer here û sivîlan biparêze.

Dozgerên dadgehê Karadzic bi kuştina nêzîkî 100 hezar Misilmanên Bosnyayê tawanbar dikin, ku di navbera salên 1992 û 1995’an de li dema şerê navxweyî pêk hat.

Karadzic di sala 2008’an de li Serbyayê hate girtin, piştî ku 13 salan piştî bidawîbûna şer revîyayî mabû.
XS
SM
MD
LG