Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavdêrîya Mafên Mirovan: Serhildayan bi Dehan Çekdarên Girtî yên Qezafî Kuştin


Rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirovan dibêje, di destê wê de delîlên nû hene ku hêzên dijî Muamer Qezafî bi dehan piştevanên wî girtine û bi êşkence ew kuştine, piştî ku rêberê berê hate desteser kirin û kuştin.

Qazafî li 20’ê meha 10, Cotmehê miribû, dema ew hewil dida bi piştevanên xwe ji bajarê Sirt’e bireve. Konvoya wî bibû armanca êrîşên esmanî û serhildayan û dû re hatibû kuştin.

Raporta Human Rights Watch ku îro Çarşemê hate weşandin, dide zanîn ku 66 kesên ji karwana Wezafî bi tundî hatibûn êşkence kirin û li nêzîkî otelekê hatibûn kuştin.

Rêvebirê Çavdêrîya Mafên Mirovan Peter Bouckaert ji Dengê Amerîkayê re got, divê ev kiryar wekî tawan ceng were hesibandin û dadgeh kirin.
XS
SM
MD
LG