Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Hizra Operasyoneke Leşkerî li Dijî Lîbyayê Dike


Tê ragihandin ku Amerîka hizra operasyoneke leşkerî li dijî Lîbyayê dike. Nûçegîhana Dengê Amerîkayê Elizabeth Arrot ji Qahireyê ev raport amade kirîye kirîye û hevkarê me Robîn Reşvan jî raberî we dike.

Karbidestên bilind yên Amerîkî ji medyayê re dibêjin ku rêvebirîya Obama hizra êrîşeke esmanî li Lîbyayê dike, dijî wan kesên ku êrîşa 11’ê Îlonê ya dijî konsulxaneya Amerîkî ya li Bîngazî pêk anîye.

Astenga yekê li pêş vê planê ev e ku ne zelal e kî ew êrîş pêk anî ku balyozê Amerîkî Christopher Stevens û 3 karmendên din yên Amerîkî tê de hatibûn kuştin.

Bergumana serekî ya bûyerê grubeke bi navê Ensar El Şerîa ye. Tevî hebûna dîdevanan ku rola wê rêxistinê di êrîşê de piştrast dikin, Ensar El Şerîa berpirsîya êrîşê qebûl nake.

Hîn pispor hişyarî didin ku maytekirina (mudaxele) Amerîkî li Lîbyayê dikane encamên neyênî derxîne. Berdevkê berê yê opozîsyona sala çûyî, Mustafa Gheriani yek ji wan kesan e:

Eger dixwazî Lîbya welatekî qanûnê bî, ne welatekî mîna Afganistan û Pakistanê bî, divê em kêşeyên heyî bi rêbazên rastîn çareser bikin. Loma j, divê em niha tiştekî ne aqilane mekin!

Pisporê sîyasî Saîd Sadik ji Zanîngeha American University ya Qahîreyê dibêje, xeterîya maytekirina Amerîkî ev e ku dikane hikûmeta Lîbyayê wekî lîstoka destê Amerîkîyan nîşan bide.

Sadik herwiha dibêje, ew yek dikane maneya operasyona NATO’yê kêmtir bike ku alîkarîya damezrandina hikûmeteke nû kirîbû, bêyî ku hêzên bîyanî tekevin axa wî welatî:

Hazirkirina hêzeke profosyonel ya jibo kiryar û aramîya welêt dê waxtekî dirêj bikşîne. Loma, rêka herî bi bandor ev e ku Lîbya serpêhatîya Îraqê bicerîbîne û hêzeke wek El Şawat damezrîne û li dijî tundrêyên Îslamî bikar bîne.

Lê, Çavdêrîya Mafên Mirovan, Human Rights Watch balê dikşîne ku xencî Îslamîyên tundrê, mîlîsên serhilda jî paşeroja demokratîk ya Lîbyayê davêjin xeterê.

Çavdêrîya Mafên Mirovan do Çarşemê raportek weşand ku tê de delîlan pêşkêş dike ku çawa mîlîsên serhilda sala borî piştevanên Qezafî qirkirine, piştî ku ew bi rêberê berê re hatine girtin.

Rêvebirê Human Rights Watch Peter Bouckaert rexne li hikûmeta Lîbyayê digire ku tevî soza xwe, heta niha hikûmet tiştek nekirîye wê kiryarê ron bike:

Divê, hikûmeta Lîbyayî, hemî mîlîsên çekdar yên heyî bîne bin kontrola navendî da ku rê li ber kiryarên wiha bigire û vekolîna binpêkirina mafên mirovan bike û cezayê kiryarên kîret yên neqanûnî bide. Armanca şoreşa Lîbyayê ev bû ku gelê Lîbyayê li welatekî baştir, bi jîyaneke azad û bê tirs bijî.

Peter Bouckaert zêde dike û dibêje, dijwarîya herî mezin ev e ku Lîbya ji qonaxa desthilata çekan derkeve û bibe welatekî bi desthilata qanûnê.

Lê, yek sal piştî mirina Qedafî, wusa xuya ye Lîbya hîm jî gelek ji vê armancê dûr e.

Xwendevanên hêja,

Hun dikanin bi lînka jêrîn guhdarîya vê raportê bikin:
please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG