Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Encama Êrîşên Esmanî yên Hikûmeta Sûrî de de bi Dehan Kuştî Hene


Bizavkarên Sûrî dibêjin, di encama jimareke êrîşên esmanî ya ser herêmên serhildayan de, bi kêmî ve 20 kes li bakurê welêt hatine kuştin.

Bizavkar dibêjin, êrîş derengîya Çarşemê û demeke zû ya vê rojê qewimîn û li bajarê Idlib, Heleb û bajarokê Maaret al Numan ya destê serhildayan dan.

Karmendên saxlemîyê didine zanîn ku di nav qûrbanîyan de zarok jî hene.

Vîdyoyên êrîşan ku di înternetê de hatine weşandin, nîşan didin ku gelek avahî hilweşîne û kesên sax di bin kavilan de têne rizgar kirin.
XS
SM
MD
LG