Bi sedema şer û pevçûnên navbera serhildayên Kurd û artêşa Tirkîyê neh kes hatin kuştin, li gor ajansa Anadolu ya nûçeyan.
Ajansa ser bi dewleta Tirkîyê radigihîne ku sê leşkerên Tirkîyê û sê serhildayên Kurd li Hekarî, nêzîkî sînorê Îraqê, hatin kuştin.
Herwiha li Bidlîsê, serhildayan êrîşa bingehekê leşkerî kirin.
Di wê êrîşê de sê çekdarên gundan yên ser bi dewletê hatin kuştin.