Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gok: Zext û Zorîyên li Ser Rojnamegeran li Tirkîyê Zêde Dibe


Abdurrahman Gok
Abdurrahman Gok
Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) li New York radigihîne ku hejmara rojnamevanên zindankirî yan binçavkirî li Tirkîyê li her welatekê din zêdetir e.

CPJ roja Duşemê ragihand ku heta 1’ê Tebaxê, 76 rojnamevan li Tirkîyê hatîne girtin, lewma Tirkîye yekemîn welat e li lîsta dewletên ku rojnamevanan binçav dikin û li pêş Îran, Eriterya û Çînê ye.

Sernivîserê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê Abdurrahman Gok dibêje ev salek zêdetir e ku zext û zorîyên li ser rojnamevanan li Tirkîyê zêde bûye.

Birêz Gok Îdîa dike ku hikûmeta Tirkîyê “jibo ku rojnamegerên muxalîf bitewsîne, tiştê ji destê wê tê dike.”

Birêz Gok herwiha dibêje ku ne bitenê rojnameger li Tirkîyê tên binçavkirin, lê belê belavkarên rojnameyan jî tên girtin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG