Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Balafirên Rejîma Sûrî Êrîşa Bajarekê Stratejîk Dikin


Çalakvanên Opozisyonê dibêjin ku balafirên rejîma Sûrî roja Sêşemê êrîşa bajarekê stratejîk, yê bin kontrola serhildayan, kirin.

Rêxistina Sûrî ya Çavdêrîya Mafên Mirovan ragihand ku balafirên rejîmê bajarê Maret El Nûman kire armanc.

Hêzên serhildayan di vê mehê de Maret El Nûman kontrol kir û rêka sereke ya navbera Şam û Helebê qet kir.

Hevdem, nûnerê navneteweyî bo aştîyê Lexder Brahîmî roja Sêşemê serdana çar-rojî ya xwe bo Sûrîyê bi daw anî bêy ku bikaribe piştgîrîya rejîm û opozisyonê garantî bike jibo ragihandina agirbestê li demê cejna qurbanê.
XS
SM
MD
LG