Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raporteke Taybet Ser Greva Birçîbûnê ya Girtîyên Kurd


Dîcle Anter li bajarê Batmanê di greva birçîbûnê de ye
Dîcle Anter li bajarê Batmanê di greva birçîbûnê de ye
Greva birçîbûnê ya girtîyên sîyasî yên doza PKK û KCK'ê ya ku di roja 43’an de ye, bi 635 kesan dewam dike.

Musteşarê Wezareta Saxlemîyê Sefa Mermercî di derbarê grevê de got “eger xetera mirinê destpê bike, mafê dewletê heye ku mudaxaleyê grevê bike.”

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş li Dîyarbekirê got "hikûmet 42 roj in ku çav û guhên xwe li vê grevê girtîye û xwe li bêdengîyê datîne. Demirtaş got, “yan emê bi hevre vê meselê çareser bikin, yan emê jî bi hevalên xwe re bimirin.”

Bi alîyekî din ve, keça rewşwenbîrê Kurd yê navdar Musa Anter ku li sala 1992’an hatibû kuştin, Rahşan Anter li bajarê Îzmîrê, lawê wî Dîcle Anter jî li bajarê Batman'ê jibo rojekê ketin greva birçîbûnê da ku bêdengîya medyayê û hikûmetê ya li hember greva birçîbûnê protesto bikin.

Rahşan Xanim jibo guhdarên Dengê Amerîka got “ger bi vê bizavê bikaribim bala raya gişti bidim ser greva girtyan, ezê pir kêfxweş bim. Lê, ne bala Kurdên ku li vir dijîn, ne jî bala gelê Tirk li ser vê meselê ye û ne xema wan e ku îro di grtigehan de bi sedan girti li ber mirinê ne."
please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG