Karbidestên Afganî dibêjin, di encama êrîşeke xwekujî ya dijî mizgeftekê de herî kêm 40 kes hatine kuştin.
Karbidest didine zanîn, êrîşbir li Maymana ya paytaxta eyaleta Faryab êrîşî mizfegtekê kir ku di roja yekê ya Eyda Qurbanê de lê kom bibûn.
Karbidestên herêmî dibêjin, armanca êrîşvan karbidestekî payabilind yê polîsên herêmî bû ku jibo nimêja Eyda Qurbanê li mizgeftê bû.
Tê ragihadin, ew karbidest ji êrîşê rizgar bûye, lê pirtir jî 20 kesên kuştî, karmendên ewlehîyê ne. Di êrîşê de herwiha jimareke sîvîl jî hatine kuştin ku di nav wan de zarok jî hene.
Heta niha ti kes berpirsîya êrîşê bi ser xwe ve negirtîye, lê karbidest Talîbanê bi vê peqînê tawanbar dikin.
Serokê Afganî Hamîd Karzayî êrîş bi tundî şermezar kir û got, yên ku ew êrîş pêk anîye, dijminên Îslam û mirovahîyê ne.