Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tîbetîyekî Din Xwe li Çînê Şewitand


Gruba mafên mirovan ya bi navê “Free Tibet” anku Tîbeta Azad dibêje, hemwelatîyekî din yê Tîbetî, bi armanca protestokirina desthilata Çînê, xwe şewitand.

Rêxistina “Free Tibet” dibêje, ev bûyera çarê yê xweşewitandinê ye ku li Tîbetê diqewime.
Berpirsê ragihandinê yê Rêxistina Tîbeta Azad Harriet Beaumont ji Dengê Amerîka re dibêje, navê kesê ku xwe şewitand, Lhamo Testen ê 24 salî ye.

Xanim Beaumont got, Lhamo Testen îro Înîyê li devera Sangchu ya Çînê xwe şewitand da ku hikûmeta Pekînê şermezar bike.

Harriet Beaumont da zanîn ku ev bûyera çarê ya li vê hefteyê û bûyera 10’an ya nav vê mehê ye.
XS
SM
MD
LG