Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Agirbesta Sûrîyê Dîsa Hate Şikandin


Agirbesta Sûrîyê roja Şembî dîsa hate şikandin piştî otomobîlek li pêş dêreka bajarê Dîr Ezzor teqî.

Ajansa SANA ya ser bi rejîma Sûrî ragihand ku “komelên çekdar yên terorist” berpirs in hember wê teqînê, ku ziyaneke mezin gihande wê dêrê.

Herwiha di yekemîn roja agirbestê de bi kêmî ve 150 kes hatin kuştin, li gor komelên parastina mafên mirovan.

Agirbest jibo cejna qurbanê li gor destpêşxerîya nûnerê navneteweyî Lexder Brahîmî bû û li destpêkê rejîm û opozisyonê pêgîrbûna xwe bi agirbestê ragihand, lê belê nuha hikûmet û rikeberî hevdu bi şikandina agirbestê tawanbar dikin.
XS
SM
MD
LG