Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zincîreka Teqînan Îraq Hejand


Bi sedema zincîreka teqînan li Îraqê bi dehan kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Karbidestên Îraqî dibêjin ku di zincîreka teqîn û êrîşan de roja Şembî bi kêmî ve 15 kes hatin kuştin ku piranîya wan Şîe bûn.

Otobuseke zîyaretvanên Şîe yên Îranî li bakura Bexdayê bû armanca teqînekê û bi kêmî ve pênc Îranî hatin kuştin.

Herwiha teqîneke din li bazara navdar a Bexdayê çê bû û bi kêmî ve pênc kes hatin kuştin, ku hejmareka wan zarok bûn.

Li meha bihurî, 365 kes li seranserê Îraqê hatin kuştin.
XS
SM
MD
LG