Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Noşeng Haco: Romney Bibe Serok Dê Karekî Ji Sûrîyê Re Bike


Di hevpeyvînekê de digel Dengê Amerîka Noşeng Haco, bizavkarê Kurdê Sûrî li Wilayeta Texas got, sîyasetên Komarîyan gelek tund tirin û eger berbijarê wan Mitt Romney bibe serok dê karekî ji Sûrîyê re bike.
Agirbesteke sist ku di navbera hêzên Rejîma Sûrîyê û serhildayan de hatibû îmze kirin, roja Şemîyê nîşanên têkçûnê da piştî teqîna trombîlekê li pêş kenîseyekê li bajarê Dêr Ezorê ya rojhilata Sûrîyê.
Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan dibêje, pênc kes di teqînê de hatin kuştin. Rêxistina ku bingeh li Brîtanya ye herwiha dibêje ku tundûjî li herêmên din yên Sûrî pêk hat, di nav de Şam û Heleb.
Rêxistinê got ku 150 kes roja Înîyê li seranserî Sûrîyê girêdayî şerê dijî hikûmetê hatine kuştine.
Jibo guhdarîkirina hevpeyvînê, failê deng kilik bike.
please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG