Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lewend Husên: Gelek Kesên ku li Eşrefîye Hatin Kuştin Kurd Bûn


Lewend Hussein
Herçende agirbest jibo cejna qurbanê li Sûrîyê hatîye ragihandin, lê belê şer û pevçûn berdewam in.

Serokê Yekîtîya Rojnamevanên Kurd li Sûrîyê dibêje ku rejîma Sûrî rêzê li agirbestê nagire çunkî di destpêka şoreşê de rejîmê biryar da ku bi rêyên leşerkî serederîyê ligel rewşa Sûrîyê bike û komkujîyan bike.

Derbarê pevçûnên Helebê, birêz Lewend Husên dibêje gelek kesên ku li taxê Eşrefîye hatin kuştin Kurd bûn, di nav de Kurdên endam di Artêşa Azad a Sûrîyê de.

Birêz Lewend dibêje ku sedema pevçûnan, nebûna peymanekê ye li navbera Yekîneyên Parastina Gel û Artêşa Azad a Sûrîyê. Wî got Gerek Desteya Bilind a Kurd bikaribe pevçûna di navbera herdu alîyan de rawestîne.

Desteya Bilind a Kurd li gor rêkeftina Hewlêrê ya navbera partîyên sîyasî yên Kurd li Sûrîyê hate damezrandin û birêz Lewend dibêje ku eger hêzek ji peymana Hewlêrê derkeve, êdî wê bibe destek ji destên rejîmê.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG