Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şandeya Yekîtîya Ewropayê Serdana Îranê Nake


Nesrîn Sotûde û Cefer Panahî
Nesrîn Sotûde û Cefer Panahî
Karbidestan roja Yekşemê ragihandin ku şandeya parlemana Yekîtîya Ewropa plana jibo serdana Îranê betal kirin, piştî garantî bo wan nehatin dayîn ku serdana du çalakvanên girtî bikin û xelatên azadîya ramanê bidin wan.

Geşta ku divîya bû Yekşemê pêk were, rexne ji hin siyasetvanên Ewropî yên parêzgar li xwe girtibû, ku li gor wan, ev serdan nameyên tevliv dişîne li dema ku Yekîtîya Ewropayê sizayên aborî li ser Îranê bo programa wê ya navokî pirtir dike.

Ajansa Mehr ya nûçeyan ku nêzîkî hikûmeta Îranê ye, li ser zarê qanûndanerê Îranê Aladîn Borûjerdî got ku Îsraîl sedema betalkirina vê serdanê ye.

Martin Schulz, serokê Parlemana Ewropî got ku ev biryar hate standin piştî desthilatdarên Îranê gotibûn ku ew rê nadin şandeya pênc endam ku serdana zindana Evîn li Tehranê bikin û ligel du çalakvanên girtî Nesrîn Sotûde û Cefer Panahî kom bibe.

Parlemana Ewropî Xelata Sakharov ya sala 2012’an jibo Azadîya Ramanê pêşkêşî Nesrîn Sotûde û Cefer Panahî kiriye, ku herdu li Tehranê di zindanê de ne. Sotûde parêzereke mafên mirovan e û Panahî dêrhêner e. Herdu kesayetî di sala 2009’an de li ser tewanên piştgirîya opozisyonê hatibûn girtin û heta nuha jî cezayê zindanê berdewam dikin.
XS
SM
MD
LG