Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsên Brîtanî, Pakistanî, Îmaratî Serdana Melale Dikin


Şêx Abdullah Bin Zayîd (çep), William Hague (naverast) û Rehman Malik.
Şêx Abdullah Bin Zayîd (çep), William Hague (naverast) û Rehman Malik.
Karbidestên Brîtanî, Pakistanî û Îmarat a Erebî serdana nexweşxaneke Londonê kir jibo dîtina keçeka Pakistanî ku ji layê Talîbanê ve hate birîndarkirin.

Wezîrê derve yê Brîtanî William Hague, wezîrê derve yê Îmaratê Şêx Abdullah Bin Zayîd û wezîrê navxwe yê Pakistanê Rehman Malik serdana Melale Yusifzay kir li nexweşxana Queen Elizabeth.

Di destpêka vê mehê de çekdarên çekdarên Talîbanê Melale gulebaran kir dema ji dibistanê vedigerîya mal. Melale, ya 14-salî, piştgîrîya xwe jibo perwerdeya keçan û nerazîbûna xwe li dijî tawanên Talîbanê li Pakistanê ragihandibû.

Karbidestên saxlemî dibêjin ku rewşa tendirustîya Melale nuha cîgîr e.
XS
SM
MD
LG