Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Du Keştîyên Şerî Dişîne Sudanê


Du keştîyên cengî yên ser bi hêza deryayî ya Îranê gihiştine bendera Sudanê.

Ajansa fermî ya Îranê roja Sêşemê ragihand du keştîyên cengî, ku yek ji wan hilgira helîkopteran e, gihiştine bendera Deryaya Sor ya Sudanê.

Li gor medyaya Îranê, şandina wan keştîyên cengî “peyameke aştî û hevalînî ye.”

Têkelîyên navbera Îran û Sudanê pir xurt bûn, piştî hêza Parêzvanên Şoreşa Îranê (Supahê Pasdaran) alîkarîya Omer El Beşar kir li darbeya sala 1989’ê bibe serokê Sudanê.
XS
SM
MD
LG