Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Çînê Tepeserkirina Rexnegirên Xwe Didomîne


Hikûmeta Çînê di tepeserkirina xwe ya herî dawî ya dijî opozîsyonê de, cezayê 8 sal zindan da rexnegirekî Partîya Komunîst ya desthilatdar ku banga demokrasîya destûrî dikir.

Parêzerê bizavkar Cao Haibo yê 27 salî dibêje, muwekilê wî bi dijberîya dewletê li dadgeheke nehênî ya bajarê Kunming hate tawanbar kirin. Ew dibêje, Cao yê ku li navendeke înternetê kar dikir, gotarên demokrasîxwaz li ser malpereke navdar belav kirine.

Desthiladarên Çînê, hefteyekê berî ku Konferansa 18’ê Partîya Komunîst destpê kirine ku hemî rikeberên xwe bêdeng bikin.

Komelên mafên mirovan dibêjin ku bizavkarên navdar ji alîyê hikûmetê ve li zindanên malê hatine mecbûr kirin yan jî astengîyên giran li ser wan hatine ferz kirin, li dema ku bajarê Pekînê ji binî de jibo konferansê hatiye girtin.
XS
SM
MD
LG