Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Bingehên PKK’ê li Bakurê Îraqê Bombebaran Dike


Balafirên Şer (F-16) yên ku ji balafirgeha Dîyarbekirê rabûn, li ser sînorê bakurê îraqê kampên Partîya Karkerên Kurdistanê bombebaran kirin. Operasyona esmanî ya şeva Yekşemê qasî du saet dewam kir.

Li gorî nûçeyan dema ku serhildayên PKK jibo tedarikên zivisatnê bikin, derbasê bakurê Îraqê dibûn hatin bombe kirin. Li gorî çavderiyên leşkerî balafirên bê mirov Heron van gruban tespît kirine û li ser vê tespîtê operasyona esmanî hatîye kirin.

Li gorî nûçeyan pêşî grubên ku derbas dibûn hatin bombebaran kirin û piştî wê balafirên şer berê xwe dan kampên PKK yên li Qendil, Zap, Xwakurk û Xinêrê.

Balafiran pêşî Zap û Xwakurk bombe kirin û paşê Zap û Qendîl. Li gorî nûçeyan hin bingehên PKK’ê û çekên wan hatin bombekirin.

Herwiha ji navçeya Çelê ya Çolemêrgê jî bi tankan sînorê bakurê Îraqê hat topbaran kirin.
Hêjayê gotinê ye ku roja Duşemê jî di saet 15:30’da ji balafirgeha Dîyarbekirê balafirên şer carek din rabûn.
XS
SM
MD
LG