Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsê CIA Dest ji Posta Xwe Berda


Gen. David Petraeus
Berpirsê Ajansa Agehî ya Navendî (CIA) David Petraeus dest ji posta xwe berda.

Petraues, ku generalekî karnişîn e, jiber têkelîyên dervey zewacê dest ji karê xwe berda.

Li gorî raportên medyaya Amerîkî, Bîroya Lêkolîna Federalî (FBI) têkelîyên Petraues yên dervey zewacê eşkere kir.

Petraues roja Pêncşemê nameya dest ji kar berdanê pêşkeşî serok Barack Obama kir û serokî daxwaza wî qebûl kir.

David Petraues generalekî çar stêr bû û li sala 2008’ê heta 2010'ê komandarê Komanda Navendî ya Amerîkî bû û berî hingî komandarê hêzên Amerîkî bû li Îraqê.
XS
SM
MD
LG