Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Amade ye Bersiveke Tund Bide


Serokwezîrê Îsraîlê dibêje ew amade ye bersiveke tund bide, piştî zêdebûna tundûtûjîyan li sînorê navbera Îsraîl û devera Xeze.

Di civîna kabîneya hikûmeta Îsraîlê de, Benjamin Netanyahu roja Yekşemê got ku em bêdeng nabin hemberî kesên ku dixwazin êrîşa me bikin.

Li çend rojên bihurî tundûtûjî li devera Xeze zêde bûn. Roja Şembî çekdarên Felestînî li sînorê Îsraîlê bi rokêtê êrîşa otomobîleke artêşa Îsraîlê kir û di wê êrîşê de çar leşkerên Îsraîlî birîndar bûn.

Îsraîlê bersiv da û di êrîşên esmanî de rojên Şembî û Yekşemê şeş Felestînî hatin kuştin.
XS
SM
MD
LG