Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pêşnûmaya Xweparastina bi Zimanê Dayikê li Parlemana Tirkîyê ye


Hikûmeta Tirkîyê ya bi deshilatdarîya Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP), pêşnîyara guhertina qanûnî ya jibo xweparastina bi zimanê dayikê li dadgehan, anî pêş parlemana wî welatî.

Eger ev pêşnûma piştî gotûbêjên li parlemanê wekî qanûn were qebûl kirin, wê girtîyên ku tên darizandin bikaribin bi zimanê yê dayikê parastina xwe li dadgehan bikin.

Xweparastina qanûnî ya bi zimanê dayikê, yek ji daxwazên herî girîng yên girtîyên Kurd e ku ev 63 roj in greva birçîbûnê didomînin.

Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Sadullah Ergîn hefteya borî gotibû ku piştî vegera Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ji derveyê welêt, wê ev pêşnîyar li parlemanê were gotûbêj kirin.

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî xwestibû li benda hatina serokwezîr nemînin û vê sererastkirinê zûtir bigihînin parlemanê. Jiber ku BDP’ê du roj berê ragihandibû ku, ew ji hemî komîsyonên lihevkirinê yên parlemanê vedikişin hîn ne dîyar e ku BDP beşdarî gotûbêjên parlemanê dibe yan ne.

Li gor BDP’ê, sedema rawestandina danûstandinên bi partîya deshilatdar AKP’ê re rewşa xeter ya grevên birçîbûnê ye û ew ji xeynî xweparastina zimanê dayikê, dixwazin tecrîda li ser serokê PKK’ê Abdullah Ocalan jî bê rakirin û hevdîtin bi parêzerên wî re destpê bikin.

Bi alîyekî din ve, doh 320 rewşenbîrên seranser dinyayê, bi mebesta dawîanîna grevên birçîbûnê bangek li Tirkîyê û sazîyên navdewletî kirin.

Zimanzan û bizavkarê mafê mirovan yê Amerîkî Noam Chomsky jî bi vîdyoyekê jibo dawîanîna grevên birçîbûnê bangeke lezgîn kir. Birêz Chomsky xwest ku daxwazên maqûl yên girtîyên Kurd werin qebûl kirin û hikûmet dawî li vê krîzê bîne.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG