Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Sîstema Berevanîyê li Australia Datîne

Wezîrê Derve yê Australî Bob Carr, Wezîra Derve ya Amerîkî Hillary Rodham Clinton, Wezîrê Berevanî yê Australî Stephen Smith û Wezîrê Berevanî yê Amerîkî Leon Panetta di konferansa salane ya navbera Australia û Amerîkayê de xwane dibin

Amerîka giheştîye rêkeftinekê ku radareke bihêz û teleskopeke asmanî li Australia bi cih bike, ku li gorî karbidestên Amerîkî, dê bibin alîkarî jibo çavdêrîya asmanên Herêma Asya Pasîfîk.

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Leon Panetta dibêje ku rêkeftina roja Çarşemê li kombûna ewlekarîyê ya salane li Australia pêk hat, gaveke girîng e û berekî nû ye jibo sîyaseta Amerîka li herêma Asya Pasîfîk.

Rêkeftin dibêje ku radereke hêzên asmanî yên Amerîkî dê li bakur rojavaya Australiayê di destpêka sala 2014’an de were ava kirin.

Hêjayî gotinê ye ku Çîn bi guman li hebûna hêzên Amerîkî li wê herêmê dinêre. Lê, karbidestên Amerîkî rijdîyê dikin ku anîna hêzên wê û avakirina bingehên asmanî ti peywendî bi Çînê re tune ye.
XS
SM
MD
LG