Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peqîna Otobusê Tundîya Navbera Îsrîalî û Fîlîstînîyan Xirabtir Dike


Tevî hemî bizavên dîplomatîk yên jibo sekinandina tundûtûjîya di navbera Îsraîl û mîlîtanên Hemasê de, heta niha 130 Fîlîstînî û 5 Îsraîlî hatine kuştin.

Li hindur Îsraîlê, otobusek li Tel Avîvê hate peqandin û bi kêmî ve 10 kes di encama wê de birîndar bûn.

Desthilatdarên Îsraîlî ev bûyer wekî êrîşeke terorîst binav kirin.

Hevdem, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki Moon li bajarê Ramallah yê Kenara Rojava ev kêşeya berdewam ligel Serokê Fîlîstînî Mehmûd Abbas gotûbêj kir.
Birêz Abbas got, ew ligel NY, Urdun û Amerîkayê jibo çareserîyeke aştîyane kar dike.

Sekreterê Giştî yê NY jî banga dawîkirina xwînrijandinê kir û bawerîya xwe dubar kir ku çareserîya du dewletî hewce ye ku tundûtûjî bi temamî bisekine.

Demekî zûtir yê roja Çarşemê, Wezîra Derve ya Amerîka Hillary Clinton bi rêberên Fîlîstînî re li Ramallah civîya, berî ku vegere Orşelîmê da ligel rêberên Îsraîlî baxive.

Xanim Clinton herwiha plan dike ligel Serokê Misirê Mihemed Morsî li Qahîrê kom bibe.
XS
SM
MD
LG